Tuesday, September 8, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

LI AMÛDÊ LI SER RASTIYA PERWERDEYÊ PANELEKE ÇANDÎ HAT LI DARXISTIN.

September 8, 2026
in Çalakî, Civak
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Amûdê – 7ê Eylûla 2026an
Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriya, bi hevkariya Navenda Kolturvan a Çand û Geşepêdanê, îro Duşemê li bajarê Amûdê, paneleke çandî di bin navê:

«Rastiya Perwerdehiyê li Sûriyê di navbera erênî û neyinî de» li dar xist.

Di panelê de hejmarek ji siyasetmedar, rewşenbîr û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, ligel amadebûneke berçav a ciwan û jinan, û nûnerên Tevgera Çaksaziya Kurdî li herêmê beşdar bûn.

Mamoste Îdrîs Hac Tahir babet pêşkêş kir û tê de nirxandineke berfireh li ser sîstema perwerdehiyê li Sûriyê kir.

Wî bal kişand ser rûberbûn û astengiyên herî diyar ên li pêşiya vê sektora girîng, her wiha analîzeke kûr li ser sedem û faktorên ku bûn sedema paşketina asta perwerdeyê di salên borî de kir.

Pêşkêşiyê her wiha behsa çareseriyên gengaz û rêyên guncaw kir ji bo danîna bingeheke xurt da ku perwerde geş bibe, bi awayekî ku li gora daxwazên pêşkeftina zanistî û avaker be û xizmeta paşerojeke geştir ji bo Sûriyê bike.
Panelê gotubêjeke dewlemend û danûstendineke berçav ji aliyê amadebûyan ve bi xwe re anî.

Bi destwerdan û nerînên cihêreng naveroka mijarê dewlemendtir bû û asoyên fireh ji bo diyalogê vekirin.

Beşdaran tekez kirin ku doza perwerdeyê pêşengiyeke neteweyî û civakî ye, ji ber rola wê ya sereke di avakirina hişmendî û mirovan de, û di pêkanîna geşepêdan û aramiya tê xwestin de.

Di dawiya hevdîtinê de, Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriya spasî û rêzgirtina xwe pêşkêşî hemû beşdar û amadebûyan kir, û nirx da danûstendina wan a avaker û nêrînên wan ên bi qîmet.

Tevgerê her wiha tekezî li ser giringiya berdewamiya lidarxistina çalakiyên çandî û ramanî kir, yên ku beşdarî bilindkirina hişyariya civakî dikin, û xizmeta doza Kurdî û ya neteweyî dikin, û çanda diyalogê û berpirsiyariya hevbeş xurt dikin.

Ragihandina ENKSê
Rapor : Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

CIVÎNA ASAYÎ YA GERÎNGEHA ROJAVA YA ENCÛMENÊN XWECIHÎ YÊN BI SER ENKSÊ VE HAT LIDARXISTIN..

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne