Thursday, September 10, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

YEKXISTINA HÊZÊN PÊŞMERGE TEMAM BÛ

September 10, 2026
in Breaking news, Nûçe, Nûçeyên Bilez, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

YEKXISTINA HÊZÊN PÊŞMERGE TEMAM BÛ

Hewlêr – Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Şoreş Îsmaîl, îro pêncşemê 10ê Îlona 2026an, temambûna proseya yekxistin û birêxistinkirina tevahiya hêzên Pêşmerge li bin sîwana wezaretê ragihand.

Wezîr ev gav wek «destkeftiyeke dîrokî» bi nav kir ku gelê Kurdistanê demeke dirêj li benda wê bû.

Şoreş Îsmaîl di daxuyaniyeke fermî de ragihand: «Îro, em bi serbilindî mizgîniyeke dîrokî û destkeftiyeke mezin radigihînin ku her dem xewna gelê me bû; ew jî temambûna serkeftî ya proseya yekxistin û ji nû ve birêxistinkirina tam a hêzên Pêşmerge ye li bin sîwana Wezareta Pêşmerge.»

Wezîr eşkere kir ku di çarçoveya vê proseyê de, Hêzên 70 û 80 ku berê bi ser Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanî (PDK) ve bûn, hatine helandin.
Ev hêz niha ketine bin sîstema fermandarî û kontrolê ya yekgirtî ku rasterast girêdayî Wezareta Pêşmerge ye.

Îsmaîl anî ziman: «Piştî salên dirêj ji têkoşîn, hewlên berdewam û xebata wek yek tîm di Wezareta Pêşmerge de, me karî em hemû astengî û pirsgirêkên kombûyî derbas bikin.
Em gihîştin vê encama bilind ku îro tê de Hêzên 70 û 80 bi rêya proseyeke hûr, leşkerî û plankirî hatin yekxistin.»

Di çarçoveya vê reforma bingehîn de, tevahiya hêzan di asta yek fermandarî û kontrolê de hatine birêxistin ku lîwa, fîrqe û fermandariyên deverên leşkerî li xwe digire.
Li gora vê plana nû, herdû fermandariyên deverên leşkerî dê bi fermî dest bi karên xwe bikin.

Şoreş Îsmaîl destnîşan kir ku ev destkeftî dê bihêle ku Herêma Kurdistanê bibe xwediyê «artêşeke yekgirtî û serdemî di bin fermandariya rasterast a Wezareta Pêşmerge de».

Di dawiyê de, Wezîrê Pêşmerge pesna piştgiriya rasterast û berdewam a Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmetê û Cîgirê wî kir.

Her weha, wî bal kişand ser rola girîng a hevalbendan bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di çarçoveya memorandum (peymana) hevtêgihîştinê ya di navbera her du aliyan de.

Îsmaîl daxwaz kir ku ev piştgirî di qonaxa bê de «bi şêwazekî cuda» berdewam bike da ku alîkariya hêzên Pêşmerge yên yekgirtî bê kirin.

Ragihandina ENKSê
Rapor : Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

LI AMÛDÊ LI SER RASTIYA PERWERDEYÊ PANELEKE ÇANDÎ HAT LI DARXISTIN.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne