Qamişlo – Gerîngeha Rojava ya encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, îro Duşemê 7ê Îlona 2026an, civîna xwe ya asayî li baregeha encumenê ya li bajarê Qamişlo li dar xist.
Civîn bi amadebûna Serokê Nivîsgeha Karûbarên Encumenan, birêz Neşet Zaza, birêve çû.
Civîn bi xuleyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên Kurd û Kurdistanê û di serî de Barzaniyê Nemir dest pê kir.
Paşê, amadebûvanan dest bi gotûbêjkirina çendîn dosyeyên rêxistinî û siyasî yên li ser rojeva civînê kirin.
Di asta rêxistinî de, civînê raporên ku ji encûmenên xwecihî hatine nîqaş kirin.
Her wiha rewş û astengiyên karên wan hatin nirxandin û teqezî li ser pêwîstiya çalakkirina rola encûmenên xwecihî û xurtkirina hebûna wan di nav xelkê de hat kirin.
Di heman demê de, hevahengî û xebata hevpar ji bo bilindkirina asta performansê di nava sîstema ENKSê de hatin gotûbêjkirin.
Ji aliyê xwe ve, birêz Mehmûd Hac Elî di çarçoveya civînê de daxuyaniyek da û tê de bal kişand ser rewşa jiyanî û xizmetguzariyê ya herêmê, nemaze di bin siya zehmetiyên aborî yên giran û bilindbûna bihayê kelûpelên xwarinê de.
Hac Elî destnîşan kir ku rawestandina motorên kehrebeyê ji ber qutbûna mazota xizmetguzariyê, bandoreke nerênî û rasterast li ser jiyana rojane ya welatiyan kiriye.
Her wiha Hac Elî behsa dosyeya koçberên Serê Kaniyê û mekanîzmayên dabînkirina vegera wan a ewle bo bajarê wan kir.
Wî bal kişand ser wan astengî û zextên ku di van demên dawî de ji aliyê hinek komên çekdar ve li dijî koçberên ku hewl didan vegerin hatine kirin, û teqezî li ser giringiya parastina silametiya vegeriyan û dabînkirina mercên guncaw ji bo vegereke bi rûmet û ewle hat kirin.
Di asta siyasî de, amadebûvanan geşedan û guhertinên dawî yên li ser qada Sûriyê û bandora wan li ser doza Kurdî nîqaş kirin, bi taybetî di bin siya guhertinên bilez ên siyasî û leşkerî yên ku welat tê re derbas bode û bertekên wan li ser paşeroja
pêkhateyên
herêmê.
Di dawiyê de, beşdaran teqezî li ser giringiya lezkirinê di lidarxistina kongreya Encumena Niştimanî ya Kurd (ENKS) di dema herî nêzîk de kir, da ku li gora guhertinên siyasî yên bilez be û bibe alîkar ji bo xurtkirina rola encumenê û yekxistina helwest û nêrînên wê yên ji bo qonaxa bê.

Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah



