Saturday, September 5, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

QAMİŞLO 100-SALİYA XWE PÎROZ DIKE: PARKEKE GŞTÎ Û PEYKERÊN DÎROKÎ

September 5, 2026
in Breaking news, Çalakî, Çand û Huner, Nûçe, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

QAMİŞLO 100-SALİYA XWE PÎROZ DIKE: PARKEKE GŞTÎ Û PEYKERÊN DÎROKÎ

Bajarê Qamişlo, di roja Înê 4/9/2026 an de, bi fersendeya derbasbûna sed salî di ser avakirina xwe re pîrozbahiyek li dar xist.
Ev pîrozbahî bi vekirina parkeke giştî û bi çalakiyên çandî û hunerî hate nîşankirin, ku tê de canê girêdanbûna bi dîrok û bîranîna bajêr a sedsalî hate zindîkirin.

Di merasîma vekirinê de, ku hevdemî danîna komasî peyker û berhemên hunerî bû, afirandina hunermend “Munîr Şêxê” bal kişand.
Wî peykerên “Parazvanên Mediyan” û peykerê “Şêrê Eyn Dara” pêşkêş kirin, ku di tabloyeke hunerî de bedewî û sembolîzmê dighênin hev û kûrahiya şaristaniyên ku li herêmê derbas bûne tînin bîra mirovan.

Ev peyker fersendeke çandî û şaristanî didin parkê, ji ber ku ew sembolên nemir ji dîroka Cizîra Sûriyeyê nîşan didin û nasnameyeke taybet didin cih, ku tê de tîrêjên îro bi mîrata rabirdûya kevnar re tînin cem hev.

Ev vekirin ji bo xelkê Qamişlo bû derfeteke giranbiha da ku sedsalîya bajarê xwe pîroz bikin; bajarê ku bi cihêrengiya xwe ya piralî ya civakî û çandî, û bi hembêzkirina pêkhateyên cuda, wekî mînakeke piralî û jiyana hevbeş tê naskirin.

Hebûna berhemên hunermend Munîr Şêxê nirxekî mezin li qada çandî ya herêmî zêde dike.
Peykerên hatine danîn wateyên dîrokî û hunerî hildigirin û qada giştî veguhartine cihekî ku şahî, zanîn û vejandina bîranîna giştî dighîne hev.

Bi vê vekirinê re, Qamişlo rêzeya çalakiyên xwe yên pîrozbahiya sedsaliyê berdewam dike, ku ronahiyê dide ser dîrok û nasnameya xwe ya çandî.
Armanca vê pêngavê xurtkirina peywendiya nifşên nû bi rabirdûya bajarê wan re û parastina bîranîna bajêr ji bo nifşên pêşerojê ye.

Sedsaliya Qamişlo wekî qonaxekê dimîne ji bo vegerandina serkeftinên sed salan û bîranîna kesayet û şûnwarên wê, ku careke din banga girîngiya wê wekî yek ji bajarên herî berçav ên Cizîra Sûriyeyê û navenda cihêrengî, çand û dîrokê dike.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

ROLA WÊJEYA KURDÎ LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ HATE NIRXANDIN

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne