Dezgeha Xêrxwaziya Barzaniyê, bi armanca baştirkirina jiyana welatiyan û pêşxistina xizmetên bingehîn li herêmên Kurdistana Sûriyê, bi berdewamî piştgirî û alîkariya saziyên tenduristiyê û mirovî dike.
Di vî warî de Dezgeha Xêrxwaziya Barzaniyê di roja 1ê Êlûna 2026an, li bajarê Qamişlo de dermanxaneyek taybet vekir, da ku xizmetên tenduristiyê û dabînkirina dermanan û dermankirina nexweşan ji niştecihên bajêr re pêşkêş bike û bar li ser milê malbatên xêzan sivik bike.
Ev yek ji çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bû, ku her tim di alîkariya malbatên xêzan û belavkirina derman ji bo saziyên tendirûstiyê de li Kurdistana Sûriyê de berdewam e.
Tê zanîn ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di sala 2005an de, hatiye damezirandin û ji wê demê ve roleke berçev û pir giring lîstiye li Kampên koçberên li Herêma Kurdistanê dimînin û derveyî Kurdistanê jî, ji bo berdewamiya pêşkêşkirina xizmetên mirovî û tendirûstî.
Û herwiha li bajarê Qamişlo yê Kurdistana Sûriyê roja 14 ê Adara 2026an, ofîsa xwe bi fermî vekirin û dibin xizmet û alîkariya malbatên xêzan de ye.

Ragihandina ENK_Sê
Qamişlo


