Roja înê 31 ê Tîrmehê 42 sal li ser Jenosîda Barzaniyan re derbas dibin û her sal ev bîranîn tê vejandin ku Rêjîma Be,s a Iraqê 8000 Barzanî enfal kirin, ji zarok, ciwan, mêr hatin enfalkirin.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê salvegera jenoseydkirina enfala peyamek belav kir û têde got:
Ku 43 sal bi ser yek ji hovtirîn tawanên rejîma berê ya Îraqê re derbas dibin, ku komkujî û genocîd kirina hezaran mirovên bêguneh ên Barzanî ye.
Di vê bîranîna xemgîn de, bi rêz û mezinahî em bîranîna Barzaniyên enfalkirî û hemû şehîd û enfalkiriyên Kurdistanê li Germiyan, Badînan, Balîsan, Şêx Wesanan, Kurdên Feylî û Şingalê dikin. Spasdarî û rêzdariya me ya mezin bo hemû wan mêrxasan heye ku di wan rojên dijwar de, alîkarî û piştgirî dane malbatên zerardîtî yên Barzaniyên enfalkirî.
Di vê bîranînê de, em vê yekê dubare dikin ku pêwîst e hikûmeta federal erka xwe ya destûrî û berpirsiyariya xwe ya exlaqî bi cih bîne û bi awayekî şayiste, qerebûya malbatên qurbaniyên êrişên genocide û enfalê û hemû malbatên qurbaniyên destê rejîma berê ya Îraqê bike.
Herwiha pêwîst e gelê Kurdistanê van tawanan ti carî ji bîr neke û bizanibe ku gelê Kurdistanê, qurbaniyeke zêde û bêwêne di rêya mafên xwe yên rewa de daye, lewma ti carî dest ji destkevtên xwe yên neteweyî û nîştimanî bernade û bi hemû awayî dê parêzvaniyê li wan bike.
Di salvegera genocide kirina Barzaniyan de, silav li giyanê pak ê hemû şehîd û enfalkiriyên Kurdistanê.
Ragihandina ENK_Sê
Qamişlo



