Di roja Înê,31/7/2026an de, li bajarê Hesekê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, bi amadebûna Serokê Yekîtiyê Ebdul Semed Mehmûd û hejmarek ji nivîskar û endamên yekîtiyê, li ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurdî li bajarê Hesekê konferansek lidar xist.
Konferans bi moderatoriya nivîskar Hewas Bişo hat lidarxistin û di destpêkê de spasiya Encumena Niştimanî ya Kurdî kir ji bo mazûvaniya civînê, bixêrhatina serokê yekîtiyê û amadebûyan kir, berî ku beşdaran deqîqeyek bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê şehîdên Kurd û Kurdistanê ragirtin.
Di konferansê de Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê Ebdulsemed Mehmûd pêşhatên herî berçav ên girêdayî karê Yekîtiyê nirxand, kêşeyên ku rûbirûyê wê bûne û destkeftên ku bi dest ketine nirxand û rola çalak û aktîv ya şaxê Hesekê di çalakiyên curbicur ên çandî de bilind nirxand.
Her wiha nivîskar Se’îd Yûsif jî raporek pêşkêş kir ku tê de kar û xebatên herî girîng ên şaxê di sê salên borî de vedihewîne.
Konferans bi hilbijartina desteyeke nû ya îdarî ji bo şaxê Hesekê bi dawî bû, ku nivîskar Mişel Osman wek serokê şaxê, nivîskar Ebdulxenî Hisên wek cîgirê serok û nivîskar Tewfîq Sînan berpirsê çalakî û ragihandinê bû, di pêngavekê de bi armanca berdewamkirina karê çandî û bihêzkirina hebûna yekîtiya bajarê Hesekê.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



