Encûmena xwecihî ya Rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKSê ve, di roja înê 31.8.2026an de, civînek lidarxist.
Di destpêkê de,xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.
Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî hat kirin û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate gengeşekirin .
Di derbarê rewşa siyasî de, amadebûyan behsa pêşhatên dawî û rewşên siyasî li meydana Sûriyê bi giştî û li ser qada Kurdî bi taybetî kirin.
Her wiha di civînê de beşdaran çalakiyên encûmenê di dema borî de nirxandin û li ser rêbazên baştirkirina xebata rêxistinî û xurtkirina ragihandinê bi welatiyan re gotûbêj kirin.
Û herwiha li ser şert û mercên jiyanê yên li herêmê, bi taybetî zêdebûna buhayê sotemeniyê û ji bilî zehmetiyên rojane yên ku welatiyan di sektorên cûda yên xizmetê de pê re rû bi rû dimînin, sekinîn.
Beşdaran tekez kirin ku pêwîst e çareserî ji bo sivikkirina van barên aborî werin dîtin.
Civîn bi tekezî li ser berdewamiya xebata rêxistinî û ragihandinê bi welatiyan re, û şopandina pirsgirêkên xizmetguzarî û siyasî yên ku bandorê li jiyana wan a rojane dikin, bi dawî bû, da ku hewcedariyên wan werin bicîhanîn û hebûna saziyên herêmî di civakê de xurttir bibe.

Ragihandina ENK_Sê
Qamişlo



