Encûmena xwecihî ya Barzaniyê nemir li Til Temirê, roja Înê 31.7.2026ê, li baregeha encûmenê li bajarê Til Temirê bi amadebûna Mamoste Zubêr Mûsa û Ferhad Şêxo endamên Ofîsa Karûbarên Encumenên xwecihî, bi amadebûna piraniya endaman, civîna xwe ya asayî lidar xist.
Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.
Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Di warê rêxistinî de:
Rapora ku ji ofîsa Karûbarên Encûmenên xwecihî hatibû wergirtin hate xwendin û naveroka wê bi berfirehî bi endaman re hate guftûgokirin.
Civîn bi dirêjî li ser rewşa rêxistinî rawestiya, û tekezî li ser karê cidî ji bo pêşxistina mekanîzmayên xebatê ji bo dabînkirina rolên bibandortir ji bo pêşketina Encûmena Niştimanî ya ku hêviya gelê Kurd û doza wî ya dadmend li Kurdistana Sûriyê dike, û di heman demê de hewla derbaskirina nebaşiyan û çareserkirina nehevsengiya ku rê li ber çerxa pêşketinê digire.
Her wiha bi berfirehî behsa amadekariyên kongirê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya bê lidarxistin, ku hêviyên mezin pê ve girêdayî ne, hate kirin.
Di warê siyasî de:
Di civînê de piraniya bûyer û pêşhatên siyasî yên li meydanên navdewletî û herêmî û aloziyên navçeyî û pêşhatên bilez li ser meydana Sûriyê bi giştî û qada kurdî bi taybetî hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de amadebûyan tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîste gelê Kurd bidest anîna mafên xwe yên rewa û nehêlana tawîz li ser wan de, ku di rêza yekem de jî, naskirina zimanê Kurdî weke zimanê fermî yê duyem di welat de ye.
Di civînê de her wiha dilgiraniyên welatiyan ji ber bihabûna zêde û bilindbûna nirxê dolar û bilindbûna nirxê sotemenî û hemû kelûpelan û bandora sepandina bacên gumrikê yên zêde li ser hatina madeyan bo nav bazaran hatin gotûbêjkirin.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



