Friday, July 31, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

ENCÛMENA XWECÎHÎ YA AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LIDAR XIST Û TEKEZÎ LI SER YEKRÊZIYA KURDÎ KIR..

July 29, 2026
in Çalakî, Nûçe
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

​Encûmena Xwecihî ya Amûdê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), roja Çarşemê 29ê Tîrmeha 2026an, civîna xwe ya asayî li dar xist û tê de çend mijarên rêxistinî û siyasî gotûbêj kirin.

​Civîn bi xêrhatina endaman ji aliyê serokê xwecihiyê ve dest pê kir, û tê de tekezî li ser berdewamiya karê rêxistinî bi ruhê berpirsiyarî û hevkariyê hat kirin. Piştre, amadebûyan deqeyek rêz ji bo giyanê pak ê şehîdên gelê Kurd û Kurdistanê, bi serokatiya nemir Mela Mistefa Barzanî û hemû şehîdên azadiyê, rawestiyan.

​Di warê rêxistinî de:

Amadebûyan naveroka rapora ku ji aliyê Nivîsgeha Karûbarên Encûmenên Xwecihî ve hatibû belavkirin gengeşe kirin û nirxandinek ji bo çalakiya xwecihiyê ya di heyama borî de kirin. Beşdaran tekezî li ser pêwîstiya cîbicîkirina planên rêxistinî, aktîvkirina rola komîteyan, xurtkirina kanalên ragihandinê bi welatiyan re û çareserkirina pirs û daxwazên wan ên rojane kirin.

​Di warê siyasî de:

Di civînê de behsa pêşhatên dawî yên li qada Sûriyê, bi taybetî jî pêşhatên girêdayî doza kurdî, hat kirin. Her wiha dubare tekezî li ser girîngiya parastina yekrêziya helwesta kurdî hat kirin da ku mafên neteweyî yên rewa yên gelê kurd di çarçoveya Sûriyeke nenavendî, piralî û demokratîk de bên garantîkirin.

​Her wiha di civînê de behsa pêwendiyên kurdî-kurdî û rêyên pêşxistina diyalog û têgihiştinê di navbera aliyan de hate kirin. Aliyên beşdar rewşa xizmetguzarî û jiyanî ya li herêmê jî nirxandin û tekez kirin ku pêwîste hewlên zêdetir ji bo kêmkirina azarên welatiyan bên dayîn.

​Civîn bi pesendkirina komek pêşniyarên rêxistinî û siyasî bi dawî bû, û tekezî li ser berdewamiya pêkanîna erkên niştimanî û rêxistinî, pabendbûna bi biryarên saziyên ENKSê, û xurtkirina pêwendiyên bi bandor bi gelê herêmê re hate kirin, bi awayekî ku xizmeta berjewendiya giştî bike û piştevaniya doza kurdî bike.

​Ragihandina ENKSê

Rapor: Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

KOMEKE ÇEKDAR ÊRÎŞÎ XWEDIYÊ KERIYEK PEZ KIR Û 23 SERÎ PEZ Û 3 BERAN JÎ DIZÎN.  

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne