Di encama qezayeke trafîkê de ku îro roja şemiyê 25ê Tîrmeha 2026an li ser rêya Şam û Dêrezorê qewimî, karesateke mezin rû da.
Di bûyerê de 35 kes mirin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine ragihandin, qeza di encama lihevketina du basan de pêk hatiye.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku di vê qezaya diltezîn de 35 kesan jiyana xwe ji dest dan û 30 kesên din jî birîndar bûn.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo


