Di 27ê Tîrmeha 2016an de, xelkên bajarê Qamişlo çavên xwe li ser bûyereke herî bi êş vekirin.
Teqîneke bihêz bi rêya kamyoneke bombekirî, ku ji aliyê rêxistina terorîst a Daîşê ve hatibû amadekirin, Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hejand.
Bi dûmaneke reş ezmanê bajêr tarî bû, di encamê de dehan welatiyên sivîl şehîd ketin û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Ji ber hêzbûna dengê teqînê, xelkên Qamişlo daketin kolanan; dengê qêrîn û hêsirên dayik û bavan li nava bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê hate bihîstin û xwîna şehîdan li ser dîwaran hate nexişandin.
Lê belê, ev pirs her dem tê kirin ku çawa ev bûyera trajîk di sala 2016an de rû da û heta niha jî nezelaliyek li derdora wê heye.
Kamiyonek bi 14 ton teqemeniyan barkirî çawa karî bigihîne navenda bajêr û bi hêsanî xalên kontrolê derbas bike?
Ew çawa xwe li taxa rojava di nav mal û dikanên xelkê de teqand û bû sedema qirkirineke mezin?
Ev yek di demekê de bû ku wê demê biryara qedexekirina ketina kamyon û otombîlên mezin bo navenda bajêr hatibû dayîn, lê dîsa jî kamyona bombekirî karî xwe bigihîne armanca xwe.
Hêjayî gotinê ye ku kolana teqînê lê rûdayî, di eslê xwe de bi navê “Kolana Azadiyê” dihat naskirin. Di destpêka şerê Sûriyê de (sala 2011an), bi hezaran keç û xortên Kurd li pêşiya mizgefta “Qasimo” kom dibûn û bi yek dengî banga maf û azadiya gelê Kurd dikirin.
Her sal di 27ê Tîrmehê de, birîn careke din nû dibin.
Bi dilekî bi êş û xemgînî, çîroka şehîdên komkujiya Qamişlo ya 2016an li heman cihî tên bîranîn û bîranîna wan di dil û bîra gel de her zindî dimîne.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo


