Friday, July 24, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

TEVGERA ÇAKSAZÎ YA KURDÎ – SÛRIYE Û RÊXISTINA GULTERFAN LI AMÛDÊ XULEYEKE PERWERDEYÊ DI WARÊ BERNAMEYÊN ZIMANÎ YA NEWROLOGÎK DE BI DAWÎ KIRIN

July 24, 2026
in Çalakî, Civak, Nûçe
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

​Li bajarê Amûdê dewreyeke perwerdeyê ya taybet hat destpêkirin ku komek ji xwendekarên zanîngehê û derçûyên zanîngehê li seranserê bajar armanc girt. Ew bi navê “Bernameya Neuro-Zimanî” (NLP) bû, û bi hevbeşî ji aliyê Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriye û Rêxistina Çandî ya “Gulterfan” ve hat organîzekirin.

​Kurs ji aliyê مامoste Raid Elî, Rêveberê Rêxistina Çandî ya “Gulterfan” ve hat pêşkêşkirin, û tê de gelek mijarên ku li ser pêşxistina jêhatîbûna xwebixwe û rêbazên ragihandinê yên bi bandor disekinin, hatin gotûbêjkirin.

​Dewrê pênc rojan berdewam kir, û bi çalakiyeke hunerî ku tê de komek stranên kurdî ji aliyê Koma “Gulterfan” ve hatibûn pêşkêşkirin, bi dawî bû. Piştre bawernameyên beşdariyê li baregeha rêxistinê li bajarê Amûdê bi amadebûna rahêner û perwerdeqaran hatin belavkirin.

​Di rûniştina dawî de endamê ofîsa cîbicîkar a Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriye birêz Kazim Xelîfê û hejmarek ji endamên tevgerê li bajar amade bûn.

​Birêz Kazim bi navê tevgerê gotarek pêşkêş kir û tê de pîrozbahî û spasiya xwendekarên jin û mêr û birêveberiya navenda “Gulterfan” kir, her wiha destxweşî li hewlên rahêner birêz Raid Elî kir ji bo serkeftina ku di vê dewreyê de pêşkêş kir.

​Xelîfê di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya van dewreyan di avakirina karaktera komên ciwanan de ji bo ku bikarin civakên xwe bi rê ve bibin û nirxên civakî û neteweyî bi awayekî pratîk û zanistî xurt bikin, û îşaret bi pêwîstiya xurtkirina hevrêzî û hevkariyê bi rêxistinên civaka sivîl re kir ku bi hev re kar bikin ji bo avakirina kesayetek xwedî erk û berpirsyarî.

​Ragihandina ENKSê

Rapor: Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XIST .

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne