Çilaxa.. salvegera damezrandina yekemîn partî li Kurdistana Sûriyê hat vejandin…
Roja Înê” 12″ê pûşbera sala” 2026″an, 69 sal li ser damezrandina partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya ve derbas dibe, û bi vê boneyê PDK-Sê ev roj vejand bi ahingek bi coş bi beşdarbûna hejmarek mezin ji cemawer û endam û serkirdeyên partî û encûmena Niştîmanî û rêxistinên jinan û tevgerên ciwanan li ofîsa Encûmena Niştîmaniya kurd li Sûriya ya li bajarê Çilaxa hat vejandin.
Û herwiha di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li, ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..
Û piştre bi boneya vê salvegerê de gotina partî Demokrata Kurdistan- Sûriya, ji aliyê M,Besê Ebdê ”endama ofîsa siyasî ya partiya PDK_Sê, ve، hat xwendin û têde bi awayekî berfireh li ser dîrok û xebatkarên damezrînarên partî û rol û giringiya kar û xebata partî ji dema damezrandina wê ta niha anî ziman..
Û gotina Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriya ji aliyê M, Behzad Murad serokê Xwecihiya Çilaxa ve hate xwendin .
hêjaya were gotin ku 69sal kar û xebata partî berdewam e li ser rêça Barzaniyê nemir ta gihiştina kurdan mafên xwe yên rewa ..,
Û di vê helkeftinê de çend helbest ji aliyê helbestvan Qasim Mirîka , Fewaz Ebû Dilo, Haşim Şêx Beşîr derbarê damezrandina partî hate pêşkêşkirin….

Ragihandina ENKSê
Qamişlo


