DIRBÊSIYÊ: KURDPERWER PEYAMNÊRA XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ YA BI SER ENKSÊ VE (MUNEWER EZEDÎN ŞEMDÎN) KOÇA DAWÎ KIR.
Di roja Îniyê 12.6.2026’an de,encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve,bi merasîmek bi nirx bilind kirina Ala Kurdî, têkoşra wefedar û peyamnêra xwecihiyê li goristana bajarê Dirbêsiyê li Kurdistana Sûrî (Munewer Ezdîn Şemdîn),peyamnêr û endama xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve, sipartin axê .
Herwiha li ser gora têkoşera nemir(Munewer Şemdîn)
Hemû beşdar hatin bixêrhatin bi navê xwecihiya Dirbêsiyê ya bi ser ENKSê ve,ji aliyê Mamoste Nîzamedîn Elîkk ve.
Her wiha gotina Desteya serokatiya ENKSê ji aliyê mamoste Silêman Oso ve hat pêşkêşkirin.
Di derbarê axaftina xwe de,rol û kurtejiyan ji aliyê kurdayetiyê,niştimanî,aştiyê,civakî û xêrxwaziyê diyar kir û bi awayekî bilind nirxand.
1. Herwiha Oso di axaftina xwe de,diyar kir û got: (Şêr Şêr e çi jin çi mêr e) ji ber ku ev jina Kurd, tûjî gelek estengiyan bû lê ew estengî nikarîbûn ku wê rawestînin li ser kar û xebata wê ya netew ya rêbaza Barzaniyê nemir”.
Her wiha Oso got :
“Vê jina Kurd ji dema ku ofîsên ENKSê hatibûn şewitandin ji aliyê rûreşan ve,lê wê mala xwe kiribû ofîsa xwecihiya Dirbêsiyê di dema ku kesekî nikarîbû ev kar bikra)
Her wiha Oso,hin mijarên siyasî jî anîn ziman û di dawiyê de,hemû beşdar spas kirin li ser vê beşdarbûna wan ya bi nirx û wefedarî û bi taybet spasiya xwecihiya Dirbêsiyê kir .
Her wiha gotina malbata têkoşera nemir ji aliyê mamoste Mihemed Şemdîn ve,hat pêşkêş kirin û têde spasiya hemû beşdaran kir û bi taybet spasiya ENKSê kir li ser vî karê wanî bi nirx.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah


