XWECIHIYA ROJHILAT YA HESEKÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN Û SEROK Û DU CÎGIRÊN WÎ HILBIJARTIN.
Xwecihiya Rojhilat ya Hesekê ya bi ser ENKSê ve,di roja Şemiyê 23.5.2026an civîna xwe ya asayî lidarxistin.
Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Di civînê de giringtirîn xalên rojeva gotûbêj kirin.
Di destpêka civatê de, beşdaran pêşketinên li ser asta navçeyî, herêmî û Kurdistanî gotûbêj kirin.
û rawestiyan li ser hilbijartinên Encûmena Gel a Sûriyê û pêşketin û helwestên siyasî yên pê re hatin nîqaşkirin.
Herwiha serokatiya nû ji bo encûmena xwecihî hate hilbijartin, ku birêz.Ebdurihman Ebtan wek serokê encûmena xwecihiya Rojhilat ya Hesekê ya bi ser ENKSê ve,hat hilbijartin û du cîgirên wî jî birêz Ebduletîf Resûl û mamoste Zibêr Mûsa hatin hilbijartin.
Di civînê de, amadebûyan tekezî li ser berdewamiya karê rêkxistinî û bihêzkirina rola xwecihî di şopandina kêşeyên niştimanî û xizmetguzarî de kirin, bi awayekî ku xizmeta xelkê deverê bike û hevdem ligel pêşhatên siyasî yên niha be.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah


