Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja înê 29.5.2026an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di destpêkê de,xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.
Û piştre xwecihiyê ,behsa rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên di qada siyasî ya Sûriyê bigiştî û ya Kurdî bitaybetî de hat kir.
Her wiha civat bi dirêjahî li ser Kongirê ENKSê yê bê lidarxistin û hilbijartinên Encûmena Gel ya Sûrî rawestiya.
Herwiha serokatiya nû ji bo encûmena xwecihî hate hilbijartin, ku her birêz.Ahmed Oso wek serokê encûmena xwecihî li Dirbêsiyê,û birêz Idrîs Şêx Xelex û birêz Ela Şêxmûs wek cîgirên wî hatin hilbijartin.
Di dawiyê de,serokatiya Encûmenê spasiya endamên Encûmenê û hesta berpirsyariya wan kir.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah



