Yekîtiya Jinên Kurdistan _Sûriya , ofîsa xwe li bajarê Qamişlo vekir.
Roja pêncşemê 21ê Gulana 2026an, Yekîtiya Jinên Kurdistan _Sûriya,şaxê Qamişlo ofîsa xwe li bajarê Qamişlo vekir.
Ev yek bi amadebûna sekirtêrê Partiya Demoqrata Kurdistan_ Sûriya, M Mihemed Ismaîl, û serkirdayetên Partî, û berpirsa rêxistina giştî ya yekîtiya Jinê, M Torîn Şemdîn û herwiha kesayetên nivîskar û rewşenbîrî û rêxistinên ciwanan .
Di derbarî vekirina Ofîsa Jinê hemû mêhvanan pîrozbahiyên geş arasteyî Yekîtiya Jinê kir , û hêviya serkeftin û pêşketinê ji kar û xebata Jinê xwestin .
Û di ahinga vekirinê de M,Mihemed Îsmaîl gotinek pêşkêşkir û têde got , ku Yekîtiya Jinên Kurdistana Sûriyê ji bo vê bingeva girîng vekirina ofîsa xwe pîroz kir û rola girîng a jinan di xebata siyasî, rêxistinî û çandî de, û her weha beşdariya wan a girîng di avakirina civakê û xurtkirina hişmendiya neteweyî û çandî de tekez kir.
Û ji rexekî din ve bi boneya vekirina Ofîsê pêşangeheke kelûpelên Kurdî û filklorî yên kevin jî hat pêşkêşkirin.
Hêjaya were gotin Jina Kurd xwedî ezmûneke bihêz e di pêşxistina hişmendiya civakê de, û bi roleke mezin û bi moralên xurt tevlî qadên civakî, siyasî, leşkerî û aborî li herçar aliyên cîhanê de cihê xwegirtiye ji dîrokên Kevin heta roja me ya îro ji erkê xwe dûr neketiye , ku bi têkoşîn û lehengiya xwe ji bo parastina doza azadiya gelê Kurd de mil bi milê mêran kar û xebatê dike ..
Ragihandina ENKSê
Qamişlo



