NÛNERATIYA EWROPA YA
“ENKS” BI NIVÎSKAR Û BÎRMENDÊ KURD BÛBÊ ASER RE HEVDÎTINEK LI DAR XIST.
Di derbarê vê yekê de,Endamê Ofîsa Serokatiya Nûnertiya Ewropa ya ENKSê mamoste Mihemed Emîn Umer ji malpera me ya ENKSê re ragihand û got:
“Di 17ê Gulana 2026an de, Nûneratiya Ewropa ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi riya sepana Zomê bi nivîskar û akademîsyenê Kurd Bûbê Aser re hevdîtinek diyalogî li dar xist. Her wiha mijarên gotûbêjê ji aliyê mamoste Rêwî Dawid ve hatin pêşkêş kirin.Her wiha bi amadebûna komeke bijarte ji rewşenbîr, endamên Yekîtiya Nivîskaran, û hejmarek ji kesên ku bi kar û barên kurdî re eleqedar bûn”.
Her wiha Umer got:
Di civînê de çendîn mijarên girîng ên siyasî û rewşenbîrî hatin gotûbêj kirin û bi taybetî:
1. Encamên peymana ku di navbera Şamê û HSDê de hatiye îmzekirin li ser mafên gelê Kurd li Sûriyê
2. Projeya aştiyê ya ku di navbera dewleta Tirk û Rêberê PKKê Abdulah Ocelan de pêk tê û derfetên wê yên serkeftinê.
3.Berpirsiyarî û rola nivîskar û rewşenbîrên kurd di derbarê bûyerên ku li herêmên kurdî diqewimin.
Her wiha,endamê Ofîsa Serokatiya Nûnertiya Ewropa ya ENKSê ragihand û got:
Di sempozyûmê de, gotubêjên dewlemend û destwerdanên hêja ji aliyê amadebûyan ve hat dîtin, ku karekterek rewşenbîrî û dîyalogî ya taybet da hevdîtinê, nemaze ji ber rewşa nazik ku Kurdistana Sûriyê têre derbas dibe.
Di dawiya sempozyûmê de, Ebdulkerîm Hacî, serokê nûneratiya Ewropa ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî, spas û pêzanînên xwe pêşkêşî nivîskar û akademîsyenê Kurd Bûbê Ater kir, ji bo beşdarbûna wî ya hêja û ronakbîriya wî ya girîng a rewşenbîrî û siyasî, tevî rewşa saxlemiya wî. Her wiha spasiya hemû beşdar û amadebûyan kir ji bo beşdarbûna wan ya bi bandor û tekezî li ser berdewamiya nûneratiyê di lidarxistina hevdîtinên wiha yên diyalog û çandî de kir ku ji bo zêdekirina hişyariyê û zelalkirina mijarên girîng ên gelê me yê Kurd eleqedar dibin.
Ragihandina ENKSê
Rapor : Elî Fetah


