YJK_Sê serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir..
Roja sêşemê 5ê Gulana 2026an, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî M, Mûsa Ehmed pêşwaziya şandeyek ji Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Yekîtiya Jinên Kurdistan- Sûriya kir, bi serokatiya Xanim Tûrin Şemdîn, Seroka Ofîsa Rêxistinî ya Giştî ya Yekîtiyê.
Roja Sêşemê, 5ê Gulana 2026an, şandeyek ji Nûnertiya Yekîtiyê serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.
Ew ji aliyê Birêz Musa Ehmed ve hatin pêşwazîkirin, ku piştgiriya xwe ya berdewam ji bo gelê Kurd li Sûriyê û ji bo kampên li Herêma Kurdistanê piştrast kir.
Şandeyê her wiha spasî û teqdîra xwe ji bo dezgehê û ji bo hewldanên wê yên di xizmetkirina gelê Kurd de anî ziman.

Ragihandina ENKSê
Qamişlo


