KOMÎTEYA KARÛBARÊN PENABERAN LI GEL DESTEYA PLANDANA LI PARÊZGEHA HEWLÊRÊ CIVIYAN
Di roja çarşemê 6.5.2026 an de, şandeke Komîteya Karûbarên Penaberan ya nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, li gel Rêveberê Plandanînê û Endamê Rêveberiya Krîzanan li parêzgeha Hewlêrê Dr.Ferman re civiyan.
Şande ji birêzan:
(Fadil Delî, Ebdulezîz Welîka, Wail Omer) pêk dihat.
Di hevdîtinê de, behsa kêşeyên penaberên Sûriyê yên ku li Herêma Kurdistanê dijîn hatin gotûbêjkirin, bi taybetî li ser pêşhatên dawî û bandorên wan li ser Kurdistanê bi giştî û li ser penaberan bi taybetî di warê xizmetguzariyê de û tekezî li ser kirîza gazê û pêwîstiya çareser kirina wê kirîzê hat kirin. Tevî rewş û kêşeyên ku li pêşiya Herêma Kurdistanê hatine, parêzgariya Herêma Kurdistanê tekezî li ser şopandina wan kêşeyan û karkirina ji bo dîtina çareseriyan kir.
Di encamnameyê de, her du aliyan tekezî li ser giringiya hemahengî û şopandina berdewam ji bo dabînkirina baştirîn xizmetguzariyan bo penaberan kirin.
Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah


