Saturday, May 9, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

LI KORBENDA ÇAKSAZÎ Û GUHERTINÊ XELEKEK GENGEŞEYÊ HATIBÛ LIDARXISTIN.

May 9, 2026
in Breaking news, Nûçe, Nûçeyên Bilez, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

LI KORBENDA ÇAKSAZÎ Û GUHERTINÊ XELEKEK GENGEŞEYÊ HATIBÛ LIDARXISTIN.

Korbenda Çaksazî û guhertin xelekek, bi navnîşaniya,( Mersûmê 13)

di roja Şemiyê 9.5. 2026an de, li navenda korbenda Çaksazî û guhertinê, li bajarê Qamişlo, bi rêveberiya M.Feyrûşa Ebdurihman û M. Ezîz Behlewî, endamên korbenda Çaksazî û guhertin,hat li dar xistin.

Bi amadebûna komek ji rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên rêxistinên jin û ciwanan û piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê pakrewanên azadiya Sûriyê û gelê kurd, amadebûn ji aliyê birêz Feyrûşa Ebdurihman ve,endamê rêveberiya Korbendê hatin bixêrhatin.

Paşê, raporek berfereh hat pêşkêşkirin ku behsa naveroka biryarnameya serokatiyê ya jimare 13, û rewşên siyasî yên ku bi derxistina wê re derbas bûne, ji bilî xwendina yasayî û siyasî ya bendên wê û îmkana sepandina wê di qonaxa bê de, nemaze di rewşa ku çareseriyeke dadmend û giştpirsî ji doza kurdî re di Sûriyeya pêşerojê de pêk were.

Di panelê de gelek destêwerdan ji aliyê amadebûyan ve hat dîtin, ku hemûyan tekezî li ser giringiya dîtina mîkanîzmayên rastîn ji bo aktîvkirina vê biryarê li ser erdê kirin, û girêdana wê bi riya çareseriya siyasî ya Sûriyê ya berfireh. Hin axaftvanan amaje bi wê yekê kirin ku biryar dikare bibe gava yekem ji bo pêşvebirina dadwerî û pêşkeftinê û avakirina baweriyê di navbera pêkhateyên Sûriyê de, ji ber ku serkeftina wê girêdayî hebûna îradeyek siyasî ya rastîn e ji bo misogerkirina pêkanîna bendên wê bi awayekî adilane.

Ji aliyeke din ve, hejmarek beşdaran tekez kirin ku gelê Kurd li Sûriyê xwedî mafê rewa ye ku mafên xwe yên destûrî, yasayî û siyasî li gel pêkhateyên mayî yên Sûriyê bi dest bixe, li ser wê yekê ku ew gelê li ser axa xwe ya dîrokî dijî û xwedî roleke bingehîn in di dîrok û paşeroja welat de.

Di dawiya xelekê de, amadebûyan tekezî li ser giringiya berdewamiya diyalogê di navbera hêzên curbicur ên niştimanî yên Sûriyê de kirin, û karkirina ji bo avakirina dewleteke demokratîk piralî ku mafên hemû pêkhateyan bê cudahî garantî bike, ku bibe alîkar ji bo bidestxistina aramî û aştiyê li Sûriyê.

Hêjayî gotinê ye ku Korbenda Çaksazî û Guhertinê her demekê xelekên diyalog û gotûbêjan li ser pirsa Sûriyê bi giştî li dar dixe.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

YJK_Sê serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir..

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne