Roja 1ê Gulanê, Roja karkerên cîhanê ..
Roja cîhanî ya karkeran pîroz be û hêviya jiyaneke baştir û parastina mafê wan di hemû waran de dixwazin.
Roja Înê 1 Gulanê ,roja Cejna karker û kedkarên cîhanê ye , di derbarî vê helkeftinê Hikûmeta Herêma Kurdistanê “Mesrûr Barzanî” peyamek belav kirû têde wiha got.
Ku bi germî pîrozbahî li hemû karkerên li Kurdistanê û cîhanê dikim.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi helkeftina Roja Cîhanî ya Karkeran peyamek arasteyî karkerên Kurdistan û cîhanê kir, û tê de tevî pîrozbahiyan tekez li ser pabendbûna hikûmetê bi parastina mafên wan kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro În, 1ê Gulana 2026an bi helkeftina Roja Cîhanî ya Karkeran peyameke pîrozbahiyê arasteyî karkerên Kurdistan û cîhanê kir û tê de ragihand: ” Di Roja Cîhanî ya Karkeran de, ez germtirîn pîrozbahî arasteyî gişt karkerên Kurdistan û cîhanê dikim û hêviya tenduristî û rehetiyê ji bo wan dixwazim.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî kir: “Ez westiyan, erk, kar û têkoşîna karkerên Kurdistanê di pêvajoya avakirin, avedankirin û pêşxistina aboriya Herêma Kurdistanê de pir bilind dinirxînim.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo karkeran dûpattekez kir û got: “Di vê bîranînêhelkeftinê de, em pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi parastina mafên karkeran û baştirkirina helemurcênşert û mercên jiyan û karên wan dûpattekez dikin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de Roja Cîhanî ya Karkeran pîroz kir û hêvî xwest ku her tim mafên wan parastî bin û ji hemî zilmlêkirin û çewisandinan dûr bin.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo


