BCF… li kampa Qoştepe ya Penaberên Rojavayê Kurdistanê xuleke Kompûterê vekir.
Dezgeha xêrxwaziya Barzanî li kampa Qoştepe ya Penaberên Rojavayê Kurdistanê xuleke fêrkirina Kompûterê vekir.
Li gorî Dezgeha xêrxwaziya Barzanî li ser rûpele xwe ya Facebookê belavkiriye :
Ku BCF bi hemahingiya dezgeha The Stirling Foundation roja 31/3/2026an, li centera Rewşenbîrî li kampa Qoştepebi ser parêzgeha Hewlêrê ve xulekeye kompûter vekir.
Û Dezgehê serbar kir ku di vê xuleyê de 7 kes beşdarbûn û di dema 10 rojan de wê berdewam bê.
Hêjaya were gotin ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di alîkariya penaberan û vekirina xuleyên fêrkirinê û li darxistina çalakiyan de berdewam e.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo



