Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriya… cejna Ekîto li Kiristiyana li gundê Witwitiyê yê Qamişlo pîroz kir..
Roja çarşemê 1 ê Nîsana 2026an, şandeke ENK_Sê,bi serokatiya M, Mihemed Ismaîl, serokê ENK_S beşdarî ahinga cejna Ekîto li gundê Witwitiyê li gundewarê Qamişlo kir .
Û Ev şanda ji aliyê Gebriyêl Mûşê ve hatin pêşwazîkirin.
Û ji aliyê xwe ve şanda ENK_Sê, pîrozbahiyên geş arasteyî Girstiyanan kir bi boneya Cejna Ekîto .
Tê zanîn ku Sersala nû ya Babilî , an jî Cejna Ekîto ku dikeve 1 ê Nîsanê de û têde gelên Aşûrî, Kildan û Siryan, vê Cejnê wekî sersala nû pîroz dikin.
Ku her sal Xirstyan ev cejn li seranserên cîhanê bi cilûbergên niştîmanî xwe dixemilînin û bi ahing û coşkeke mezin li dardixin.
Û herwiha bi beşdarbûna Hejmarek mezin ji cemawer û kesayetên siyasî û rewşenbîrî û bi amadebûna komên xwe yên filklorî û bi stran û dîlan pîroz dikin.
Û li Rojavayê Kurdistanê jî li gundê Wetwetiya yê li gundewarê Qamişlo bi boneya hatine Cejna Ekîto di 1 ê Nîsanê de, ahingeke kêfxweşiyê li darxist .
Weku hêviyeke şahî û xweşî û sersaleke aştî û aramî.

Ragihandina ENKSê
Qamişlo


