EFRÎN: XELKÊN BAJARÊ EFRÎNÊ ÊRÎŞÊN LI SER HERÊMA KURDISTANA IRAQÊ BI TUNDÎ ŞERMEZAR KIRIN.
Encumena Niştîmanî ya Kurd li Efrînê xwepêşandanek li darxist ji bo şermezarkirina bombebarana Îranê li ser Kurdistan û Sûriyê
Encumena Xwecihî ya Efrînê ya girêdayî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, xwepêşandaneke girseyî li derdora Newrozê li bajarê Efrînê li dar xist, ji bo şermezarkirina bombebarana çendîn caran ya Îranê ku deverên cuda yên Herêma Kurdistanê û Sûriyê kir armanc, ji wan mala Serok Nêçîrvan Barzanî.
Bi dehan endamên encûmenê û rûniştvanên herêmê di xwepêşandanê de beşdar bûn, û pankartên şermezarkirina êrîşên Îranê anîn ziman, û daxwaza rawestandina bilez ji bombardimana ku ewlekariya sivîlan û aramiya herêmê dike, rawestînin.
Di wê xwepêşandanê de beşdaran di silogan û sirûdên xwe de piştevaniya xwe bo gelê Kurdistanê û serkirdayetiya wê tekez kirin û daxwaza ewlekarî û aştiyê ji bo wan û hemû gelê Kurdistanê kirin.
Xwepêşandan bi dirûşmeyên kolektîf bi dawî bû û beşdaran dirûşma “Bijî Kurdistana Azad û Serbilind” berz kirin û diyar kirin ku ev êrîş wê îradeya gelê Kurd a ji bo parastina rûmet û mafên xwe yên rewa zêdetir bike.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah


