Nivîsgeha Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Şamê pêşwaziya şandeke desteya yasayî ya Encumenê bi serokatiya birêz Ridwan Seydo kir, di çarçoveya bihêzkirina mîkanîzma hevkarî û şêwirmendiyê li ser pirsên yasayî yên berjewendiya hevbeş.
Di merasîma pêşwaziyê de birêz Mehabad Tizyanî berpirsê ofîsa encûmenê li Şamê, birêz Luqman Oso serokê encûmena xwecihî li Şamê û birêz Ehmed Haco berpirsê ofîsa ragihandinê amade bûn.
Serdana şanda yasayî bi armanca lidarxistina civînekê ligel endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Şamê bû. Gotûbêjkirina pêşhatên yasayî, û pevguhertina ezmûn û rewiştên girêdayî karê yasayî yê Encûmenê, ku dibe alîkar bo bihêzkirina rola wê ya rêxistinî û sazî di xizmetkirina gelê Kurd li Sûriyê.
Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



