TIL TEMIR: XELKÊN BAJARÊ TIL TEMIR ÊRÎŞÊN LI SER HERÊMA KURDISTANA IRAQÊ BI TUNDÎ ŞERMEZAR KIRIN.
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê
Encûmena xwecihî ya Til Temirê(Xwecihiya Barzaniyê Nemir) bi amadebûna girseyeke mezin ji gelê me yê Kurd li Til Temirê
Xwecihî li dijî armanckirina Herêma Kurdistana Iraqê û serweriya wê ji aliyê dewleta Îranê û milîsên Heşda Şahbî ve sekneke hevgirtinê û piştre jî meşek nerazîbûnê li dar xist.
Çalakiyê di roja Sêşemê 31.3.2026 an de,demjimêr çar piştî nîvro bi bixêrhatina beşdaran ji aliyê, birêz Azad Haco dest pê kir û piştre deqeyek rêz li ser giyanê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê û li ser canê nemir Barzanî hate girtin.
Piştre jî Serokê xwecihiyê axavtinek pêşkêş kir û tê de êrişên Îranê û komên terorîst ên derqanûnî li ser Herêma Kurdistanê û serweriya wê şermezar kirin. Di berdewamiya axaftinên xwe de balkişand li ser wê yekê ku bi dil û can li gel deverê bin û serweriya wê neyê binpêkirin û tirs ketiye dilê dagîrkerên Kurdistanê û Kurd li ber bidest xistina mafên xwe yên rewa yên netewî de ne.
Piştre, piştî standê, li kolanên bajêr veguherî meşeke aştiyane û tê de ji aliyê mamosta Jînda Ferhad Temê ve dirûşmeyên li ser Kurdan, yekitiya Kurdan û qebûlnekirina binpêkirina Kurdan li her beşê çi dibe bila bibe, hatin avêtin.
Til Temr ji bo cara yekê ye ku bi tevahî bi yekdengî û hevgirtinê radibe li gel gelê me yê Kurd li Herêma Kurdistana Iraqê û serkirdayetiya wê ya jîr û zana.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah


