DIRBÊSIYÊ: XELKÊN BAJARÊ DIRBÊSIYÊ Û ZIRKANÊ ÊRÎŞÊN LI SER HERÊMA KURDISTANA IRAQÊ BI TUNDÎ ŞERMEZAR KIRIN.
Li ser vexwendina çalakvanên bajarê Dirbêsiyê,û bi alîkariya xwecihiya Dirbêsiyê ya bi ser ENKSê ve, îro Sêşemê 31.3.2026 meşeke hevxemiya bi Herêma Kurdistana Iraqê re, bi beşdariya berfireh a partiyên siyasî, rêxistinên ciwanan û jinan û kesayetên civaknas û ji bilî encûmena xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Dirbêsiyê û Zirkan, hat lidarxistin.
Her wiha serokê xwecihiya Dirbêsiyê ya bi ser ENKSê ve,birêz Ebdulhemîd Temo,di derbarê vê çalakiyê de,axaftinek kir û têde spasiya hemû beşdaran kir û bi tundî ew êrîşên hovane li ser Herêma Kurdistana Iraqê şermezar kir.
Meşê li kolanên bajêr geriyan û êrîşên hovane yên bi mûşek û balefirên bêfirokevan ku Herêma Kurdistanê kiribûn armanc, ku bandor li sembolên neteweyî, hêzên Pêşmerge û jêrxanê kiribûn, şermezar kirin.
Beşdaran her wiha duruşm bilind kirin û tekezî li ser yekrêziya rêzên Kurdistanî û pêwîstiya rawestana li gel Herêma Kurdistanê li hember van kêşeyan kirin.
Beşdaran destnîşan kirin ku ev êrîş wê îradeya gelê Kurd têk neçe, belku wê îradeya gelê Kurd bi yekîtî û mafên rewa zêdetir bike.

Ragihandina ENKSê
Rapor :Elî Fetah



