XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XIST .
Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja Çarşemê 25.5.2026an de,bi beşdarbûna Berpirsê Ofîsa Karûbarên Encumenên xwecihî birêz Neşet Zaza
civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di destpêkê de,xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.
Di warê siyasî de jî Mamoste Neşet Zaza bi hûrgilî di derbarê pêşhatên siyasî yên dawî li Sûriyê, encamên rewş û guhertinên li ser erdê rû didin, û bertekên wan li ser qada siyasî ya giştî de, şirove kirin.
Her wiha amaje bi civîna Encûmena Niştimanî ya Kurd li gel Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Elşîbanî û Serokê Sûriyê Ehmed Elşerih kir û tekez kir ku ew civîn gaveke erênî ne di rêya rast de û di vekirina asoyên nû de ji bo diyaloga siyasî.
Di heman çarçoveyê de, Serokê Encûmenên xwecihî pesna biryarnameya jimara 13 ya serokatiyê da û ew pêngavek girîng ji bo çareser kirina kêşeyên hilawîstî nirxand û tekezî li ser pêwîstiya avadankirina van gavên erênî û bihêzkirina wan bi awayekî ku daxwazên gel pêk bîne, kir.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah


