XWECIHIYA AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN .
Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe roja Pênşemê 26/3/2026 an, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di destpêkê de,hemû endam hatin bixêrhatin û piştre xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hat wergirtin hate xwendin.
Endamên xwecihiyê naveroka raporê gotûbêj kirin.
Derbarê pirsa siyasî de,serokê xwecihiyê Benkîn Teter pêşhatên dawî yên meydana Sûriyê bi giştî û qada Kurdî bi taybetî nirxand û amaje bi serdana şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd bo Şamê û hevdîtina wê ligel serokê Sûriyê Ehmed Elşerih û berpirsên hikûmeta Sûriyê li Koşka Komarê kir.
Her wiha behsa pêxistina agirê Newrozê û bi fermî kirina vê helkeftê kir.
Di dawiya civînê de, amadebûyan tekez li ser bihêztir kirina karê rêkxistinî û bihêztir kirina hewlan di qonaxa bê de kirin, bi awayekî ku xizmeta daxwazên xelkê deverê bike û hebûna Encûmenê li meydana siyasî zêde bike.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah


