DIRBÊSIYÊ:14EMÎN LI SER SALVEGERA KOÇKIRINA PAKREWANÊ ŞOREŞA RÛMET Û AZADIYÊ CIWAN ELQUTNA RE DERBAS DIBE.
Wek tê zanîn îro di roja Çarşemê 25.3.2026an de,bîranîna 14emîn li ser pakrewanbûna pakrewanê şoreşa rûmet û azadiyê Ciwan Elqutna re derbas dibe.
14emîn salvegera pakrewan Ciwan
Elqutna 25.3.2012 —25.3.2026an ,ji aliyê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve hat vejandin.
Bi boneya 14emîn bîranîna salvegera pakrewan Ciwan Elqutna, Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê
Encûmena pakrewan Ciwan Elqutna
Di roja Çarşemê, 25ê avdara sala 2026an de, rahiştin qevdek gul û Alên Kurdî û berên xwe dan Gundê Til Gidîşê li ser gora pakrewan Ciwan Elqutna,û bîranîna pakrewan vejandin.
Herwiha bi beşdarbûna şandeke ofîsa karûbarên encûmenên xwecihî ya bi ser ENKSê ve û hin şande ji serkirdên ENKSê û endamên xwecihiya Dirbêsiyê û hin cemawerê bajarê Dirbêsiyê û malbata pakrewan Ciwan Elqutna,û kesayetên civakî yên xwedî rol,û nûnerên partiyên kurdî.
Herwiha hemû beşdar hatin bixêrhatin ji aliyê mamoste Nîzamedîn Elîko bi navê xwecihiya Dirbêsiyê û Piştre ,kêlîkek bêdenge li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Pakrewan Ciwan Elqutina rawestiyan.
Herwiha mamoste Silêman Oso bi navê ENKSê axaftinek li ser gora pakrewan pêşkêşkir.Û gotina wî li ser rol û bandora pakrewan û kar û xebata pakrewan Ciwan Elqutna bi awayekî zelalî nirxand.Û di dawî de, spasiya hemû aliyên beşdar kir.Û bi taybet spasiya Xwecihiya Dirbêsiyê Kir li ser wefadarî û xwedî derketina wan ji bo pakrewanan.
Herwiha Xanim Hemîda Rustim ca Şêro,bi navê malbata pakrewanê nemir Ciwan Elqutna, di dawî de,spasiya hemû beşdaran kir li ser beşdarbûna wan.
Herwiha helbestek jî ji aliyê kulîlkekê Rewşen Xalid Diyab Bek li ser pakrewan pêşkêşkir.
Û piştre birêz Fayiz Elqutna bi navê malbata pakrewan Ciwan spasiya hemû beşdaran kir û hemû mêvanên beşdar derbasî mala bavê pakrewan Ciwan kirin û nanekî Kîkanî li ser giyanê wî dan hemû beşdaran.
Yê ku xwînê bide,ji bo azadiya gelê xwe,divê gelê wî jî,jê re wefedar be di hemû serdeman de.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah…



