ROJBÛNA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ JI ALIYÊ XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR VE HAT VEJANDIN.
1903z……2026z
Her Sal di 14ê avdarê de,gelê Kurd li seranserî Cîhanê bîranîna rojbûna bavê neteweya Kurd Mela Mistefa Barzanî vedijînin.
Di roja Şemiyê 14.3.2026an de,bîranîna salvegera 123 saleya rojbûna Barzaniyê nemir ji aliyê xwecihiya Barzaniyê Nemir ve ya bi ser ENKSê ve,li pêşiya navenda xwecihiyê li bajarê Til Temir hat vejandin..
Di destpêkê de,hemû beşdar hatin bixêrhatin,bi navê xwecihiya Barzaniyê Nemir û piştre kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir bi sirûda Ye Reqîb rawestiyan.
Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr,
herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û olî yên herêmê.
Piştre hin stran û helbestên ku dîroka têkoşîna Barzaniyê Nemir berz dikir.
Di dawiya helkeftê de, Şêranî li ser Ruhê Rêberê nemir hate belav kirin

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah .


