ROJBÛNA BARZANIYÊ NEMIR BI ÇANDINIYA DARAN LI SER GORÊN PAKREWANAN JI ALIYÊ YEKÎTIYA XWENDEVAN Û CIWANÊN DEMOQRATÎ KURDISTANÎ -ROJAVA
VE HAT VEJANDIN
Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî Rojava û bi beşdarbûna
Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê, encûmena şehîd Cîwann Elqutna, 123 saliya ji dayîkbûna rêber û bavê ruhanî yê gelê Kurd Mela Mistefa Barzanî bi bîr anî.
Îro di roja Şemiyê,14.3.2026an de,bi boneya rojbûna Barzaniyê nemir ,Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî Rojava û bi beşdarbûna Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê serdana gora pakrewanên şoreşa rûmet û azadiyê û pakrewanên Pêşmergên Roj yên herêma Dirbêsiyê kirin û dar li ser gorên wan çandin.
-Pakrewan Ciwan Elqutna li gundê Til Gidîşê .
-Pakrewan Rodî Elemo li gundê Qerequyê.
-Pakrewan Sîpan Sîno li gundê Gir Kundê.
-Pakrewan Mişel Temo li gundê Cinaziyê.
Herwiha bi amadebûna malbatên pakrewanan û li ser gora hemû pakrewanan axaftin ji aliyê, Xwecihiya Dirbêsiyê û malbatên pakrewanan ve hate pêşkêş kirin û wêneyê Fatîha hate xwendin û li ser mezarê wan dar hatin çandin.
Di dawiyê de,Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî Rojava,spasiya hemû beşdar û bi taybet Xwecihiya Dirbêsiyê û malbatên pakrewanan kir.
Wek tê zanîn her Sal di 14ê avdarê de,gelê Kurd li seranserî Cîhanê bîranîna rojbûna bavê neteweya Kurd Mela Mistefa Barzanî vedijînin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.



