Di roja pêncşemê 12ê avdara 2026an de,encûmena xwecihî ya bajarê Efrînê ya bi ser ENKSê ve,22 yemîn salvegera pakrewanên 12ê avdara 2004an yên serhildana Qamişlo “Roja Pakrewanê Kurdî” li ser gora pakrewanê Kurd hat vejandin.
Şandeke Encûmenê serdana mezarên şehîdên Ala Kurdistanê li gundê Burc Ebdalo kir, herwiha serdana mezara şehîd Arî jî kir, ji bilî serdana mezarên şehîdên Meşaleya Newrozê (şehîdên Malbata Pêşmerge).
Di vê serdanê de axaftinek bi navê Encûmena Niştimanî ya Kurdî hat pêşkêşkirin, û tevî pesn û pêzanînên şaredarê devera Cindirêsê û endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî, têde qurbanîdana şehîdan û rola wan di pirosesa tekoşîna kurdî de bi bîr anîn.
Di dawiya serdanê de Wêneyê Elfatîha li ser giyanê şehîdan hate xwendin û ji bo wan rehmet, aramî û bihişta ebedî ji XWEDAYÊ dilovan hate xwestin.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah


