Friday, March 13, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

22YEMÎN SALVEGERA PAKREWANÊN SERHILDANA 12ê ADARÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA ŞAMÊ VE HAT VEJANDIN…

March 13, 2026
in Çalakî, Nûçe, Nûçeyên Bilez, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

22YEMÎN SALVEGERA PAKREWANÊN SERHILDANA 12ê ADARÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA ŞAMÊ VE HAT VEJANDIN…

Îro di roja pêncşemê 12ê avdara 2026an de,encûmena xwecihî ya bajarê Şamê ya bi ser ENKSê ve,22 yemîn salvegera pakrewanên 12ê avdara 2004an yên serhildana Qamişlo “Roja Pakrewanê Kurdî” li Şamê li ser gora pakrewanê Kurd hat vejandin.

Di axavtina serokê xwecihiyê birêz Luqman Oso de, encamên serhildana gelê kurd di sala 2004an de li dijî dîktatorî û mêtinkariyê bi bîr anî û rola wê ya sereke di derbirîna îradeya qayîm a gelê kurd û redkirina neheqîyê de şirove kir. Oso balkişand li ser sembola 12’ê Adarê weke roja şehîdên gelê Kurd û bal kişand ser qurbanîdana mezin a şehîdan ji bo parastina mafên rewa yên gelê Kurd û hewlên wan ên bêwestan ji bo dîtina çareseriyeke adil û wekhev ji doza Kurd re.

Oso di axaftina xwe de gotineke cenabê Serok Mesûd Barzanî ku tê de kûrahiya hurmet û rêzgirtina ji bo dayîkên şehîdan e, anî ziman û got: “Em tenê ji Xweda re serî ditewînin lê dema ku em li ber diya şehîdan radiwestin, deh caran serê xwe ditewînin.”

Di vê çalakiyê de bîranîneke taybet ji bo şehîd Ebdulkerîm bavê Yelmaz hat lidarxistin, bi tekezî li ser wê yekê ku mezargeha wî li Şamê sembola herheyî ya şehîdê Kurd e.

Ji aliyê xwe ve, mamoste Mehabad Tizyanî, berpirsê ofîsa encûmenê li Şamê, di axaftina xwe de behsa wateya kûr a şehîdan û rola şehîdan di berevaniya ji doza Kurd de kir. Wî rola pêşeng a gelê kurd di têkoşîna li dijî dîktatorî û stemkariyê de bilind nirxand û amaje bi wê yekê kir ku serhildana gelê Kurd yekem bû ku pûtên stemkariyê şikand û qedr û qîmeta rêjîmê bi salan berî derketina şoreşa Sûriyê têk bir.

Çalakî bi spasiyên ji dil ji amadebûyan re bi dawî bû û tekez li ser berdewamiya bibîranîna şehîdan hat kirin û rola wan a sereke di bilindkirina doza Kurd li nav forumên navdewletî weke dozeke dadperwerane ku hêjayî piştgirî û piştevaniyê ye.


Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

22EMÎN SALVEGERA PAKREWANÊN SERHILDANA QAMIŞLO JI ALIYÊ XWECIHIYA AMÛDÊ VE HAT VEJANDIN…

Nivîsa Paşîn

22YEMÎN SALVEGERA PAKREWANÊN SERHILDANA 12ê ADARÛ JI ALIYÊ XWECIHIYA EFRÎNÊ VE HATE VEJANDIN…

Nivîsa Paşîn
22YEMÎN SALVEGERA PAKREWANÊN SERHILDANA 12ê ADARÛ JI ALIYÊ XWECIHIYA EFRÎNÊ VE HATE VEJANDIN…

22YEMÎN SALVEGERA PAKREWANÊN SERHILDANA 12ê ADARÛ JI ALIYÊ XWECIHIYA EFRÎNÊ VE HATE VEJANDIN...

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne