NÛNERATIYA EWROPA YA “ENKS” LIGEL XANIM GOLWÎ RÊDEL NÛNERA PARTIYA SOSYALÎST A FRANSA LI PARLAMENTOYA EWROPÎ DE HEVDÎTINEK LI DARXIST.
Şandeke nûneratiya Ewropa ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ligel Xanim Golwî Rêdel, nûnera Partiya Sosyalîst a Fransî di Parlamentoya Ewropî de, berpirsa dosya siyaseta derve di Yekîtiya Ewropî de di nav Komîteya Karûbarên Derve (AFET), û endama komîteya şax ya mafên mirovan (DROI), Beşê Alîkariyê di Yekîtiya Ewropî de,civiya.
Şanda Nûneratiyê ji Serokê Nûnertiya Ewropayê Ebdulkerîm Hacî, Endamê Ofîsa Serokatiya Nûnertiyê Mihemed Emîn Umer û Endama Ofîsa Têkiliyan Şehnaz Hemîd pêk dihat.
Di destpêka hevdîtinê de serokê nûneratiyê spasiya Komara Firansayê kir ji bo piştgirî û alîkariya gelê Kurd û doza wî ya dadperwerane.
Her wiha bi berfirehî behsa rola Encûmena Niştimanî ya Kurdî û têkoşîna wê di çarçoveya opozisyona Sûriyê de kir, ji bilî pêşkêşkirina nêrîna siyasî ya Encûmenê derbarê paşeroja Sûriyê, û pêwîstiya garantîkirina mafên rewa yên netewî yên gelê kurd û parastina mafên hemû pêkhateyên niştimanî û olî di destûra Sûriyê ya pêşerojê de.
Şandê tekezî li ser giringiya wê yekê kir ku Yekîtiya Ewropî roleke çalaktir di piştgiriya çareseriya siyasî li Sûriyê de bilîze, û fişarê li ser desthilata demkî li Şamê bike da ku van mafan di çarçoveya destûreke demokratîk a nenavendî de ku dadmendî û wekheviyê di navbera hemû gelê Sûriyê de garantî dike, pêk bîne. Endamên şandeyê jî beşdarî diyalog û gotûbêjên ku di hevdîtinê de hatin kirin, bûn.
Şanda nûneratiyê, herwiha tekezî li ser gihandina alîkariyên mirovî bo navçeyên Kurdî bi rêya dezgehên mirovî yên bêalî kir, daku bigihê wan kesên ku heq dikin (Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî).
Ji aliyê xwe ve, xanim Rêdel piştevaniya xwe ji bo doza gelê Kurd dupat kir û pêzanînên xwe ji bo tekoşîna gelê Kurd û dilgiraniya xwe ji bo sekna gelê Kurd nîşan da.
Her wiha di hevdîtinê de li ser pêşhatên rewşa Sûriyê de nêrîn hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekezî li ser berdewamiya civînên bi vî rengî û pêşxistina diyalog û hevkariyê di qonaxa bê de kirin.
Di dawiya civînê de, şanda nûneratiya Ewropa ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, peyamek ji ENKSê pêşkêşî aliyên Ewropî kir, ligel hejmarek belgeyên ku ronahiyê li ser êş û zordariya li ser gelê kurd dikin.
Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



