XWECIHIYA KOBANÊ SALVEGERA “47 YEMIN” LI SER KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ VEJANDIN.
Salvegera 47 yemin li ser koçkirina dawî ya Barzaniyê nemir,ji aliyê xwecihiya Kobanê ya bi ser ENKSê ve, hat vejandin.
Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr,
herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û olî , herwiha bi beşdarbûna rêxistinên jinan û ciwanan û xwendekaran jî.
Herwiha bi beşdarbûna xelkên herêma bajarê Kobanê û gundewarê wê.
Di destpêkê de,bi navê xwecihiyê bixêrhatina mêvanên beşdar hat kirin.
Piştre xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê Barzaniyê nemir ,bi sirûda neteweyî Ey Reqîb rawestiyan.
Piştre hin axaftin hatin xwendin di derbarê vê bîranînê de.
Paşê, li ser navê Partiya Demokrata Kurdistanî – Sûriyê, Mamosta Mihemed Mihemed gotarek pêşkêş kir û tê de riya dirêj ya tekoşîna Serfermandar Barzanî di xizmeta gelê xwe û doza dadperwerane de, heta ku bû sembola neteweyî ya hemû beşên Kurdistanê, nirxand.
Ji aliyê xwe ve mamoste Ednan Bozan gotarek bi navê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê pêşkêş kir û tê de tekezî li ser giringiya bîranîna vî rêberê mezin kir û nêzîkatiya wî ya nemir, nêzîkatiya Barzanî bi bîr anî.
Bozan her wiha balkişand li ser rola bi bandor a Serok Mesûd Barzanî li hember gelê Kurdistana Sûriyê di civînên navdewletî û herêmî de, bi taybetî li ber çavê guhertinên ku li navçeyê rû dane.
Bozan bal kişande ser rola Encûmena Niştimanî û hewlên wê di rêya serdanên wê bo Şam û Qeterê û hevdîtinên wê li gel Rêberê Gelê Kurd Mesûd Barzanî, bi armanca garantîkirina mafên gelê kurd di Destûra Sûriyê de.
Her Sal di 1ê avdarê de,gelê Kurd li seranserî Cîhanê bîranîna koça dawî ya bavê neteweya Kurd Mela Mistefa Barzanî vedijînin.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah


