Thursday, March 5, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

35 emîn salvegera raperîna Kurdistanê sala 1991 an.

March 5, 2026
in Breaking news, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

35 emîn salvegera raperîna Kurdistanê sala 1991 an.

 

Îro roja pênçşemê 5 ê Adara 2026an, 35 sal li ser raperîna gelê Kurdistanê de derbasdibe, û bi vê boneyê serokê hikûmeta herêma kurdistanê ” Mesrûr Barzanî” peyamek belva kir û têde got:

Di 35emîn salvegera Serhildana mezin û bi rûmet a sala 1991ê ya gelê Kurdistanê de, germtirîn pîrozbahiyan li hemû Kurdistaniyan, bi taybetî li pêşmergeyên qehreman û malbatên serbilind ên şehîdan dikim.

Serhildan yek ji destkeftên herî bi rûmet ên gelê Kurdistanê ye, ku berhema yekitî û yekrêziya pêkhateyên cihêreng ên Kurdistanê bû.

Di bin siya serhildan, xebat, têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê de, îro Herêma Kurdistanê xwedî qeware û saziyên fermî û şer’î ye, ku pêwîst e bi her awayî parastina wan bikin û hîn bêtir pêş bixin.

Di vê salvegera bi rûmet de, em tekez dikin ku yekitiya gelê Kurdistanê sermayeya me ya herî mezin û herî bi hêz e. Çawa ku di bin siya yekitiya gelê Kurdistanê de Serhildana Adara 1991ê bi ser ket û gihîşt encamê û destkeftên îro jê berhem hatin, di vê kêliya îro de jî pêwîst e gelê Kurdistanê ji her demê bêtir parastin û berevaniyê ji destkeftên xwe yên niştimanî û neteweyî bike, ji bo paşerojeke baştir û pêşketîtir.
Bîranîna Serhildana dîrokî ya 1991ê bilind û bi rûmet be.
Silav li rihê pak ê şehîdên Serhildanê û hemû şehîdên Kurdistanê.
Xwedayê mezin Kurdistanê biparêze.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

XWECIHIYA KOBANÊ SALVEGERA “47 YEMIN” LI SER KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ VEJANDIN.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne