Monday, March 2, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

XWECIHIYA NERWÊC YA BI SER ENKSê VE SEMÎNAREK DIYALOGÎ YA SIYASÎ LI DARXIST.

March 2, 2026
in Breaking news, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

XWECIHIYA NERWÊC YA BI SER ENKSê VE SEMÎNAREK DIYALOGÎ YA SIYASÎ LI DARXIST.

Encumena xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Nerwêc sempozyûmeke diyalogî ya siyasî li paytext Oslo, bi amadebûna komeke elît ji rewşenbîrên Kurdistana Sûriyê, ligel hejmarek ji endamên civaka kurdî û dostên Herêma Kurdistanê, li dar xist.Her wiha Endamê Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê mamoste Silêman Oso bi rêya sepana WatisApê ji bajarê Qamişlo beşdarî sempozyûmê bû.

Her wiha birêzan Egîd Xelef û Îbrahîm Benar Elî dest pê kirin û tê de bixêrhatina amadebûyan kirin û banga deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdan bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” hat kirin.

Pêşkêşiya siyasî ya berfireh

Mamoste Silêman Oso di destwerdana xwe de ji amadebûyan re behsa pêşhatên siyasî li Sûriyê bi giştî û li Kurdistana Sûriyê bi taybetî kir, û behsa pêşhatên vê dawiyê, di nav de rûxandina rêjîmê, û rêkeftinên ku di navbera desthilata Şamê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de hatine encamdan, pêşkêşî amadebûyan kir.

Her wiha balkişand li ser bûyerên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd û amaje bi wê yekê kir ku di nirxandina rewşê de xeletî hene ku bandoreke nerênî li meydan û rastiya siyasî kir û bandor li helwesta kurdan a danûstandinan li hember Şamê kir.

Oso hevdîtinên şanda ENKSê ligel Wezîrê Derve Eshed Elşîbanî û serokê desteya niha Ehmed Elşerih nirxand, û tekez kir ku wan peyamên zelal derbarê mafên netewî yên kurdî de, û biryara jimare 13 gotûbêj kirin, bi taybetî derbarê zimanê kurdî û pêwîstiya bicîanîna mafên kurdan di destûra Sûriyê de. Wî ev hevdîtin erênî nirxand û bal kişand ser girîngiya serdana şandê ya ji bo dewleta Qeterê jî di vê çarçoveyê de.

Têkiliya bi QSD û Rêveberiya Xweser re

Di mijareke din de, Oso behsa peywendiyên ENKSê bi HSDê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re kir û diyar kir ku Encûmenê pêşniyarên avakirina lêvegera kurdî ku têde hêzên siyasî û çalakiyên sivîl tê de cih digire, ji bo parastina herêmên kurdî û parastina destûrî ya mafên neteweyî pêşkêş kir.

Her wiha rexne li girêdana ramanî û rêxistinî ya Rêveberiya Xweser bi PKKê û bîrdoziya “neteweya demokratîk” girt û tekezî li ser hêviya cîbicîkirina tiştên ku li ser lihevkirinên 26’ê Nîsana 2025’an li ser hatine kirin, kir.

Mudaxeleyên rewşenbîran

Piştî wê, derfet ji hejmarek rewşenbîrên Kurdistana Sûriyê re hat vekirin ku destwerdanên xwe pêşkêş bikin:

Ebdulbaqî Husênî (nivîskar û siyasetmedar) behsa encamên şerê li ser Îranê û encamên wê li ser Kurdên herêmê kir û tekezî li ser pêwîstiya parastina hêza leşkerî ya Kurdistanê, pêkanîna çaksaziyên rasteqîne di rêveberiya xweser de, û pêkanîna Lêvegera giştî ya kurdî ku hêzên siyasî û kesayetên akademî yên serbixwe di nav xwe de dihewîne, kir.

Hawas Mahmûd banga aktîvkirina rola civakên Kurd li derveyî welat û sûdwergirtina ji pisporiya pisporên dîasporayê kir.

Dr. Isa Melek Hêvo rexne li performansa Rêveberiya Xweser kir. Her wiha rexne li lawazbûna karîgeriya ENKSê kir û daxwaza helwestên zelaltir di rûbirûbûna kêşeyan de kir, û vekirina aliyên bibandor di dosyeya Sûriyê de.

Dr. Selah Hedo daxwaza pêdaçûnekê li nêzîkatiya siyasî ya Kurd kir û balkişand li ser peywendiya bi welatên mezin re û amaje bi encamên rêkeftina Sayikis-Bîko li ser parçekirina Kurdistanê kir.

Wî bal kişand ser girîngiya sûdwergirtina ji şarezayiyên akademîk ên kurd di warên siyasî, hiqûqî û aborî de û bi General Mazlûm Ebdî re xebata hevpar ji bo rakirina bandora kadroyên PKK ji qada siyasî.

Nîqaş û pêşniyar

Di dawiya destwerdanan de, cihê nîqaşê ji amadebûyan re hate vekirin, û tê de pêşniyaran tekezî li ser pêwîstiya yekrêziya kurdî, û avakirina referanseke siyasî ya bê pêşniyarên bîrdozî, bi giringiya destûrîkirina mafên neteweyî yên kurd li Sûriyê, kirin.

Sempozyûm bi axaftina birêz Rezwan Serokê Federasyona Civaka Kurd li Nerwêcê bi dawî hat û tê de tekez li ser girîngiya sûdwergirtina ji ezmûnên dîrokî yên Kurdistanê û bilindkirina asta hemahengî û karê hevbeş kir û behsa ezmûna Herêma Kurdistanê di warê îdarî û avakirina saziyan de kir.

Di dawiya semînarê de, xwecih spasiya mamoste Silêman Oso kir ku zêdetirî du katijmêran ji bo diyaloga bi endamên civaka li Nerwêcê re terxan kiriye, li nêrînên wan guhdarî kiriye û bersiva pirsên wan daye.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

XWECIHIYA ŞAMÊ SALVEGERA “47 YEMIN” LI SER KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ VEJANDIN.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne