Wednesday, February 11, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

ARTÊŞA SÛRIYÊ DEST BI VEKIŞÎNA JI DERDORA HESEKÊ LI GORÎ RÊKEFTINA BI HSDê RE RAGIHAND.

February 11, 2026
in Breaking news, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

ARTÊŞA SÛRIYÊ DEST BI VEKIŞÎNA JI DERDORA HESEKÊ LI GORÎ RÊKEFTINA BI HSDê RE RAGIHAND.

Artêşa Sûriyê dest bi vekişîna ji derdora Hesekê li gorî rêkeftina bi HSDê re ragihand.

Rêveberiya Operasyonên Artêşa Sûriyê di roja Sêşemê 10.2.2026an de, ragihand ku hêzên artêşê dest bi vekişîna ji derdora bajarê Hesekê li bakurê rojhilatê Sûrî kirine. Aşkere kir ku ev vekişîn di çarçoveya pêkanîna rêkeftina di navbera hikûmetê û “Hêzên Sûriyeya Demokratîk” (HSD) de pêk tê.

Rêveberiya Operasyonên Artêşê di daxuyaniyekê de ku kanala Ellxbariyê ya Sûriyê belav kir, ragihand ku hêzên Ewlekariya Hundirîn li deverên ku hêzên artêşê jê vekişiyane bi cih bûne. Da zanîn ku ev pêngav di çarçoveya cîbicîkirina xalên rêkeftinê de tê. Artêşê diyar kir ku HSDê bi pêkanîna peymanê ve girêdayî ye û “gavên erênî diavêje.”

Da zanîn ku di vê çarçoveyê de çavdêrî û nirxandin ji bo diyarkirina gava pêş de tê kirin. Hûrgiliyên rêkeftina di navbera hikûmeta Sûriyê û HSDê de. Hikûmeta Sûriyê û HSDê di dawiya meha borî de ragihandin ku wan gihiştine rêkeftineke berfireh ji bo agirbestekê û hêdî hêdî tevlîbûna hêzên leşkerî û pêkhateyên îdarî di nav saziyên dewleta Sûriyê de. Ev yek nîşan dide ku hewldanên zêde yên ji bo bidestxistina aramiyê li herêmê.

Peymana ku piştî kontrolkirina herêmên berfireh ên bakur û rojhilatê Sûriyê ji destê HSDê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve hat kirin, têketina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Wezareta Navxwe bo nav bajarên Hesekê û Qamişlo ku berê di bin kontrola HSDê de bûn, pêk hat. Ev pêşhatên han beşeke ji guhertinên siyasî û ewlekarî yên li deverê de, jiber ku aliyên peywendîdar hewla bihêztir kirina ewlekarî û aramiyê didin.

 

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

4 HEZAR Û 583 ENDAMÊN DAIŞ JI SÛRIYÊ DERBASÎ IRAQÊ BÛNE.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne