PARLAMENTOYA EWROPAYÊ TEKEZÎ LI SER PÊWÎSTIYA PARASTINA CIHÊRENGIYA ETNÎKÎ Û OLÎ LI SÛRIYA DIKE.
Parlamentoya Ewropayê tekezî li ser pêwîstiya parastina cihêrengiya etnîkî û olî li Sûriyê dike
Di biryarekê de li ser rewşa bakurê rojhilatê Sûriyê, Parlamentoya Ewropî tekez kir ku kuştinên bê daraz, windakirinên bi darê zorê, binçavkirinên keyfî û koçberkirina bi darê zorê, û herwiha êrîşên li ser binesaziya sivîl, dibe ku binpêkirineke cidî ya yasaya mirovî ya navdewletî be û di hin rewşan de dibe ku bibe tawanên şer.
Parlementoya Ewropî behsa raportên pêbawer ên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên nehikûmî yên ku binpêkirinên vê dawiyê bibelge kirine, bi taybetî ku gelê Kurd dike armanc, û di nav wan de xerakirina cenazeyan, xirabkirina goristanan, û bikaranîna cebilxaneyên bêserok li deverên sivîlan di nav de. Nûneran her wiha dilgiraniya xwe ya giran li hember têkçûna rewşa mirovî li herêmê nîşan dan û daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kirin ku alîkariyên xwe yên mirovî zêdetir bike.
Parlamentoyê pêşwaziya rêkeftina dawî ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hikûmeta Sûriyê ya Demkî de kir û piştevaniya xwe ya tund ji agirbestê û naskirina mafên medenî û xwendinê yên Kurdan dupat kir û daxwaz ji hemû aliyan kir ku pabendî rêkeftinên heyî bin.
Nûneran her wiha bang li aktorên herêmê, ku Tirkiye jî di nav de ye, kir ku xwe ji binpêkirina agirbestê bi operasyonên leşkerî û piştgiriya komên çekdar dûr bixin.
Endamên Parlametoyê tekez kirin ku aramiya li bakur-rojhilatê Sûriyê şertekî pêwîst e ji bo pêkanîna veguhertineke siyasî ya berfireh û wekhev. Wan bang li desthilatên Sûriyê kir ku parastina mafên bingehîn ên hemû pêkhateyan, di nav de Ereb, Kurd, Sune, Şîhe, Elewî, Xiristiyan, Durzî û Êzidî jî di nav de, misoger bikin.
Di biryarê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku naskirina tam bi mafên wekhev û beşdariya siyasî ya pêkhateya Kurd kilîta aramiya Sûriyê ye û daxwaz ji hikûmeta veguhêz kir ku van garantiyan di destûrê de bi cih bike û yekparçeyiya axa Sûriyê biparêze.
Parlamentoyê dilgiraniya xwe ya kûr li ser metirsiyên ku ji ber reva çekdarên DAIŞê û çekdarên wê ji navend û kampan derdiketin nîşan da. Nûneran hişyarî dan ku veguheztina berpirsiyariya van girtiyan bo Iraqê dibe ku bibe sedema rewşek nezelaliyê û girêdayîbûna bi şiyan û îradeya welatên sêyemîn.
Parlamentoyê bang li welatên endam kir ku welatiyên xwe bi taybet zarokan ji kampên Elholê ûl-Roj vegerînin û mezinan bi darizandinên adil bên darizandin.
Nûneran dilgiraniya xwe li hember biryara Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji Sûriye û Iraqê nîşan dan û daxwaz ji Yekîtiya Ewropî û hevkarên wê kirin ku bizavên xwe bihêztir bikin ji bo rêgirtin li vejandina nû ya DAIŞê ku dibe gef li Sûriyê, navçê û Ewropayê bike.
Di encamnameyê de, parlemanê tekez kir ku her danûstandinek bi Sûriyê re divê bi mercê bidestvehanîna pêşkeftinên berçav û piştrastkirî di warên parastina sivîlan, pabendbûna bi agirbestê û rêzgirtina mafên mirovan û kêmneteweyan bimîne.
Hêjayî gotinê ye ku ev biryar bi piraniya dengan ji 363 dengan li hember 71 dengên dijber hat qebûlkirin û 81 endam jî ji dengdanê dûrketin.
Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah


