4 HEZAR Û 583 ENDAMÊN DAIŞ JI SÛRIYÊ DERBASÎ IRAQÊ BÛNE.
4 hezar û 583 endamên DAIŞê ji Sûriyê derbasî Iraqê bûne
Heta niha Iraqê 4 hezar û 583 ji wan wergirtine
Endamên DAIŞê yên li Sûriyê hatinbûn girtin, ku artêşa Amerîkî meha borî dest bi veguhestina wan kiribû.
Li gorî ajansa France-Presse, Serokê Şaneya Medyaya Ewlekariyê Sehed Mehen got ku ev yek ji 7 hezar endamên rêxistinê yên girtî ne. Fermandehiya Navendî ya Amerîkî (Centcom) meha borî destpêkirina veguhestina wan ji Sûriyê bo Iraqê ragihand, di pêngavekê de ku wê got ku armanc ew e ku “temîn bike ku terorîst di navendên binçavkirinê de bimînin”.
Mehen pêştir ragihand ku operasiyonên veguhestinê “bi bejahî û asmanî bi hevahengî ligel hevpeymaniya navdewletî” bi serokatiya Waşinton ji sala 2014an ve pêk tên da ku şerê rêxistinê bike.
Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah



