DESTEYA SEROKATIYA “ENKS” BI NÛNERATIYA EWROPA Û ENCÛMENÊN XWECIHÎ RE YÊN BI SER WÊ VE HEVDÎTINEK BERFIREH LI DAR XIST.
Desteya serokayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd bi nûneratiya Ewropa û Encûmenên xwecihî re yên bi ser wê ve, hevdîtinek berfireh li dar xist .
Desteya serokatiyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, roja Çarşemê, 28/1/ 2026an,hevdîtinek berfireh bi rêya teknolojiya têkiliya vîdyoyê bi nûnertiya Ewropa ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û encûmenên xwecihî li Almanya, Belçîka,Nemsa, Holanda û Swîsreyê re li dar xist..
Li ser navê desteya serokatiyê mamoste.Silêman Oso, endamê desteya serokatiyê û endamê şandeya hevbeş a Kurd ji bo danûstandinên ligel hikumeta Şamê beşdarî hevdîtinê bû.
Serokê Nûneratiya Ewropa ya ENKSê, Ebdulkerîm Hacî bi axaftina pêşwazîkirina nûnerê ENKSê û hemû beşdaran dest bi civînê kir û tekez li ser girîngiya berdewamkirina têkiliyên di navbera serokatiya ENKSê û encûmenên xwecihî yên li derveyî welêt de ji bo pêşxistina xebata hevbeş û yekgirtina helwestan kir.
Piştre mamoste Silêman Oso ku li ser nûçeyên siyasî yên li ser qada Sûriyê û Kurdî bi awayekî berfireh pêşkêş kir û çend belgeyên balkêş jî di nav de ev bûn:
• Axaftina li ser vexwendina Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji aliyê Desthilata Demkî ya Sûriyê li Şamê.
• Teqezî li ser wê yekê ku tu aliyek bi tenê nîne di gotûbêjkirina pirsa kurdî li Sûriyê bi Desthilata Demkî ya Sûriyê re.
Bang li desthilata Sûrî ya demkî dikin ku bi şanda Kurdî ya hevbeş re bikevin diyalogeke cidî û berpirsane.
• Helwesta Encûmena Niştimanî ya Kurdî derbarê bûyerên xwînrêj ên ku li bakurê rojhilatê Sûriyê rûdan, tekezî li ser pêwîstiya rawestandina tundiyê û parastina sivîlan kir.
• Tekez li ser pabendbûna bi çareseriya siyasî li gorî encamên Konferansa Qamişlo, misogerkirina çareseriyeke adil ji pirsgirêka Kurd re di çarçoveya Sûriyeyeke nû, demokratîk, piralî, ne navendî de.
Di dawiya civînê de, cihê gotûbêjê ji beşdaran re hat vekirin, û tê de gotûbêjeke avaker hat kirin, di nav de pevguhertina nêrîn û bersivdana pirsan, bi awayekî eşkere li ser berjewendiya hevbeş di zêdekirina peywendiyan û hevahengiya bizavên di navbera hundir û derve de ji bo rûbirûbûna aloziyên dîmena Sûriyê.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



