NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR(TIL TEMIR) YA BI SER ENKSÊ VE..
Xwecihiya Barzaniyê Nemir ya bi ser ENKSê ve,li bajarê Til Temir di roja Înê 30/1/2026an de civîna xwe ya mehane lidarxistin.
Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Piştre di civînê de giringtirîn xalên rojeva kar di rewşa rêxistinî û siyasî de hatin gotûbêjkirin
Rewşa rêxistinî: Rapora ku ji Ofîsa Karûbarên Encumena Xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê wergirtibû hat xwendin
û naveroka wê jî, hate nîqaşkirin.Her wiha tekez li ser wê yekê hate kirin ku li gorî şert û mercên dijwar ên ku niha herêm tê re derbas dibe, sekna xwe rawestin, xwe bi axê ve girêbidin û ji berê zêdetir û bi biryartir kar bikin.
Di civînê de pêşhatên siyasî û pêşhatên herî berçav li meydana Sûriyê bi giştî û qada kurdî bi taybetî hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de rewşa niha û alozî û êrişên demkurt ku navçeyên Kurdî dibin şahidê wan û metirsiya şerekî nû ku ziyanê bigihîne navçeyê û bibe sedema koçberkirina gelê me yê aştîxwaz ji axa wan hat gotûbêjkirin.
Di civînê de amadebûyan daxwaz kirin ku bi zimanê diyalogê û bi riyên aştiyane nakokiyan çareser bikin û herêm ji şerên nû yên ku karesatên zêdetir bi xwe re bîne û barê gelê me yê ku ji ber belaya şer ji niha ve westiyaye zêdetir bike, dûr bixe.
Herwiha di civînê de daxwaz ji Hikûmeta Demkî ya Sûriyê hat kirin ku guh bide hemû gelê Sûriyê û daxwazên wan, bi taybetî daxwazên rewa yên gelê Kurd, û kar bike ji bo ku di destûreke nû de ku mafên Kurdan û hemû pêkhateyên gelê Sûriyê garantî dike, bike.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah



