NAVEROKA DAXUYANIYA EMRÎKA Û EWROPA
Roja sêşemê Fransa, Almanya, Brîtanya û Amerîka pêşwaziya dirêjkirina agirbesta 15 rojan di navbera hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de kirin.
Di hevdîtin û daxuyaniya hevpar a Wezîrên Derve yên Fransa û Brîtanya, Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê û Nûnerê Taybet ê DYA’yê de banga “pêbendbûna bi tundî ya agirbestê û tedbîrên herî zêde” hate kirin.
Her çar welatan her wiha bang li aliyên derve kirin ku ji bo bidestxistina aştiyê, kêmkirina aloziyê û rawestandina tundiyê bikevin nav hewldanan.
Daxuyaniyê tekezî li ser “giringiya parastina sivîlan û jêrxana sivîl, û parastina korîdorên mirovî bo dabînkirina gihandina bi ewle ya alîkariyan û vegerandina xizmetguzariyên bingehîn li bajarê Kobanî kir”.
Her wiha pesna rola hevkarên wek Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê li rûbirûbûna kêşeyên ku ji aliyê DAIŞ`ê ve tên, nirxand.
Daxuyaniyê tekezî li ser pêwîstiya gihandina bilez “lihevkirineke agirbestê ya daimî û destpêkirina danûstandinan kir ji bo bidestxistina pêkvejiyana aştiyane û domdar ji bakurê rojhilatê Sûriyê di nav dewleteke yekgirtî û serwer de”, di heman demê de berdewamkirina bizavên hevbeş ji bo şerê li dijî DAIŞê û rêgirtina li her valahiyeke ewlekarî li derdora navendên binçavkirinê.
Her çar welatan piştgiriya xwe ji veguheztina siyasî ya berfereh li Sûriyê ku mafên hemû Sûriyan garantî dike, nîşan dan, û tekez kirin ku “aramiya bakurê rojhilatê Sûriyê bi rêyên aştiyane yekem e ji bo rêgirtina li vegerandina terorê û bihêzkirina ewlehiya herêmê.”
Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



