TOM BARAK: MIN PÊWENDIYEKE TÊLEFONÊ YA BI BANDOR LI GEL SEROK MESÛD BARZANÎ RE DERBARÊ SÛRIYÊ DE KIR.
Tom Barak,pêwendiyeke têlefonê ya bi bandor li gel Serok Mesûd Barzanî re derbarê Sûriyê de kir
Nûnerê Taybet ê Amerîka yê ji bo Sûriyê Tom Barak peywendiyeke telefonî bi Serok Mesûd Barzanî re derbarê Sûriyê û Iraqê de ragihand, ku ew pêwendiyeke bi “fêde” bi nav kir.
Di roja duşemê (26.1.2026) de, di blogeke xwe ya li ser hesabê xwe yê “X” de ragehand ku, îro danê êvarê Barak pêwendiya telefonî bi Serok Barzanî re kiriye.
Gotûbêja rewşa Sûriyê û giringiya parastina agirbestê û misogerkirina gihandina alîkariyên mirovî yên hewcedar bi taybet li Kobanê.”
Derbarê Iraqê de jî, Barak tekez kir ku “helwesta Amerîka zelal e: her hikûmetek ku ji aliyê Îranê ve were avakirin, dê bi ser nekeve, ne li ser hêviyên Iraqî û Sûriyê ji bo paşerojeke geş û ne jî ji bo pêkanîna hevkariyeke bibandor ligel Amerîka.”
Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



