WEZARETA DARAYÎ Û ABORÎ YA HERÊMA KURDISTANÊ TERXANKIRINA 500 MILYON DÎNARÊ IRAQÎ WEKE ALÎKARIYÊN MIROVÎ JI BO XELKÊ ROJAVA RAGIHAND.
Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistana Iraqê terxankirina 500 milyon dînarên Iraqî (nêzîkî 350 hezar dolar) wek alîkariyên mirovî ji bo gelê Rojava ragihand.
Wezaretê di roja Yekşemê 25/1/2026an de,di daxuyaniyekê de ragihand ku ev biryar bi serpereştiya Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab hatiye û 500,000,000 dînar ji bo piştevaniya şêniyên Rojava hatiye pesendkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wezîr şîret li hemû rêveberiyên giştî û saziyên girêdayî wezaretê kir ku ji bo piştgiriya gelê Rojava bi rêya komîteyeke taybet dest bi komkirina alîkariyan bikin.
Ev biryar di demekê de ye ku kampanyayên hevgirtin û alîkariyê ji bo Rojava li Herêma Kurdistanê berdewam in, piştî êrîşên ku di dema dawî de li herêmên wê hatin kirin.
Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah



