XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN .
Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja Şemiyê 17.1.2026an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di destpêkê de,xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.
Piştre jî Serokê Encûmenê li ser amadekarî û amadekariyên pêwîst ên beriya lidarxistina kongirê gotûbêj kir, ku ya herî diyar jî hilbijartina demokratîk a nûnerên serbixwe yên jin û ciwanan e.
Serokê Encûmenê tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste civateke ji kesayetên serbixwe re were lidarxistin ku tê de nûnerên serbixwe ji bo beşdariya di kongireya giştî ya Encûmenê de werin hilbijartin.
Di aliyê siyasî de,Xwecihî li ser nûtirîn pêşketinên li ser asta herêmî,rewşa Sûrî û bi taybet li ser rewşa Kurdî Sûriyê rawestiya.Bi taybet li ser rewşa her du taxên Kurdî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Helebê.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah



