Qamişlo.. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dest bi belavkirina alîkariyan kir …
Diho roja çarşemê 21 ê Çileya 2026an, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û bi hewara birayên xwe yên derbider ve hatin ji bo alîkariyên mirovî pêşkêşî wan bikin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî diho 21ê Çileya 2026an, yekem dezgeha Kurdî bû ku derbasî nava xaka Qamişlo bû û milet bi moralên bilind û bilindkirina alaya Kurdistanê pêşwaziya wan kirin.
Û îro roja pêncşemê Dezgehê dest bi belavkirina alîkariyan kir.
Tê zanîn ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dezgeheke mirovî ye , her tim di alîkariya malbatên xêzan , penaberan, û vekirina xûleyên fêrbûna pêşeyî de berdewam e ,ku ne tenê li herêma Kurdistanê lê belê ji derveyî Kurdistanê.

Ragihandina ENKSê
Qamişlo



